Sîyaset

Mijarên Fridolin: Avûhewa, sûcdarî û nijadperestî

2:26 min

Di heftiya siyasetê ya li Järva de duh dora hevserokê Partiya Jîngehê û wezîrê perwerdeyê Gustav Fridolin bû. Fridolin behsa avûhewayê, sûcdariyan û nijadperestiyê kir.

Hûn zanin bê tirsa xelkê ya herî mezin çi ye, guhertinên avûhewayê yên klîmatê ne û gereke em guh bidine fikarên mirovan.
Mijareke din ku Fridolin di axavtina xwe ya duh de behs kir sûcên ku têne kirin û bêewleyiya ku ev di nav xelkê de belav dike bû. Wî got: ”Herçend guhertinên avûhewayê me ditirsînin jî tirsa herî nêzîk ew e bê îro wê çi bê serê me ye”.

Gustav Fridolin herwiha behsa nijadperestiyê kir, ew weke jehrê bi nav kir û got ew bilind dibe. Piştre jî Fridolin mesele bire ser newekheviya ku di civakê de heye. Fridolin got:

– Gereke ferq neke bê ez ji kîjan malbatê me, ez diçime çi dibistanê yan jî mala min li ku ye. Heqê me ye em zanyariyan, tecrûbeyan werbigrin û di bazara kar de têkiliyan peyda bikin.

Herçend dinya baran bû jî gelek kes hatibûne guhdariya Fridolin. Yek ji wan Sezen Mert bû ku li lîseya Tensta weke mamoste kar dike û gelek xwendekarên wê yên nûhatî hene. Mert dibêje hin şagirtên wê li kolanan e û ev helbet tesîrê weke mamoste li wê jî dike. Lewra ew li bendê bû ku wezîrê perwerdeyê Fridolin behsa rewşa şagirtên nûhatî û mamosteyan bikira, lê wî nekiriye.