Demokratên Swêdê

Åkesson: Moderat hazir in bi alîkariya me bibine hikûmet

2:20 min

Îro li Almedalen dora serokê Demokratên Swêdê (SD) Jimmie Åkesson e ku axavtinê bike. Herçend ew partiyeke muxalefetê ye û partiyên din gişt hewl dane bi mesafe nêzîkî SD bibin jî Åkesson dibêje ew encamên siyasî werdigrin û Moderat hazirin bi wan re hikûmetê ava bikin.

Berya niha partiyên di parlamenê de xwe ji nêzîkbûna SD divedan, ew weke xwedanê siyaseteke nijadperest dihesibandin. Ji bo şikandina vê bendê SD hin gav avêtine û li gor Åkesson ew niha encama van gavan dibînin. Wek nimûne Seroka Moderatan Anna Kinberg Batra hin daxuyanî dane ku weke nêzîkbûnê tê dîtin. Åkesson jî dibêje têkiliya wan û Moderatan niha baştir e.

Serokatiya Moderatan îşaret daye siyasetvanên ku ew dikarin bi me re rûnin. Ji bo dema pêş axavtina Batra tê wateya ku eger lazim bibe ew ê bi alîkariya me hewl bide were ser hukim.

Derbarê hewldanên ku SD weke partiyeke cidî were dîtin de Televîzyona 4ê TV4 nûçeyek weşandiye. Li gor vê derbarê tarîxa SD de bi alîkariya akademîsyenan ew dixwazin siyasetnameyekê binivîsin, xwe ji wan deqên reş bişon. Serokê grûpa partiyê di parlamenê de Mattias Karlsson bi xwe gotiye hin beş di tarîxa wan de hene ku ew pê ne serbilind in. 

SD di salên 80î de ji aliyê kesên ku di nav rêxistinên rasîst û nazîst de cî girtibûn hatibû ava kirin. Bi qenaeta gelek kesan îro jî ruhê SD her nijadperest e.