Roja dawîn a Almedalenê a MP û M bû

2:41 min

Doh di roja dawîn a heftiya siyasî ya Almedalenê de roja Partiya Jîngehê (Miljöpartiet-MP) û Partiya Moderatan (Moderaterna-M) bû.

Di axaftina xwe ya êvarê de berdevkê Partiya Jîngehê Gustav Fridolin bi piranî li ser siyaset û tedbîrên partiyê yên ji bo baştirkirina jîngehê rawestiya.

Bo mînak bacên nû ji bo xebatên ku zerarê didine jîngehê û desteka ji bo karên ku ji bo jîngehê baş in. Lê li gor Fridolin partiyên hevbend û Demokratên Swêdê li dijî pêşniyazên wan in.

Fridolin got em ê şerê xwe yê li ser jîngehê berdewam bikin. Wextê me ji bo kesên dibêjin na nîne. Em nikarin xwe bi paş ve bidin. Swêd ê di vê mijarê de bibe welatê herî modern ê cîhanê.

Gustav Fridolin deh pêşniyazên nû jî pêşkêş kirin ku bo mînak di tatîlan de ji bo zarokan dibistanên avjeniyê û bajarên ji bo zarok ewletir hin ji wan in.

Gustav Fridolin li ser wergirtina penaberan jî axivî û di hevpeyvînekê de ji Radyoya Swêdê re got di eslê xwe ye welatên Yekîtiya Ewropayê ti caran neketine nav krîzeke penaberan. Krîza heyî ya berpirsiyariyê ye.

 Li aliyê din seroka Moderatan Anna Kinberg Batra hikûmet tehdîd kir ku eger ew pêşniyaza budceya ji bi parastina leşkerî ya sala bê bilind nekin ew ê dev ji hevdîtinên li ser lihevkirinê berdin.

Hikûmet, Partiya Jîngehê, Demokratên Xirîstiyan û Moderat li ser budceya parastina leşketî ya heta sala 2020an hevdîtinan dikin. Divê heta heftiya Almedalenê hevdîtin bi encam bibûyane, lê hê partiyan li hev nekirine.

Hazirbûna rêxistina nazîst Nordiska Motståndsrörelsen a li Almedalenê ji serî ve sedema aciziyê bû. Doh di axatina xwe de Anna Kinberg Batra li ser vê axivî û got:

Tiştek heye ez dixwazim ji nazîstên li kolanên Visbyê re bêjim: Herin ji vir, neyarên Swêdê!

Dema Gustav Fridolin jî axaftina xwe dikir komeke ji NMR di sefên herî dawîn de li nav gel de cih girtin û ji Fridolin re gotin xayînê gel, folkförrädare, lê gelê din dengê wan bi çepikên herî dirêj ên heftiya Almedalenê fetisandin.