Netenduristiya nefsî dikare bibe babetê xwendingehan

1:40 min

Zanîna derbarê netenduristiya nefsî dikare di siberojê de bibe babetê dersên xwendinê li xwendingehan, eger pêşniyaza lêkolîna hikûmetê ya derbarê netenduristiya nefsî ya ciwanan serbigire.

Ev lêkolîn ya ku li ser esasê pêşniyazên ciwanan hatiye kirin, wê jî pêşniyaz dike ku netenduristiya nefsî û tenduristî bibe beşek ji babetê wan seredanên şagirdan bo cem karmendên tenduristiya şagirdan (elevhälsan) li lîseyê.

Wezîra karûbarên civakî ya Swêdê Annika Strandhäll (S) demê pêşwazî li vê lêkolînê kir, di konferanseke rojnamevanî de got ku ew pêşniyazên ku tenduristiya şagirdan li xwendingehan pêşkêş dikin ji wê re gelek balkêş in.

Li gor ajansa rojanmevanî TT ya ku ev nûçe belav kiriye, Starandhäll diyar kir ku pir giring e mirov zû wan ciwanan destnîşan bike yên ku hest bi stres û diltengiyê dikin û yên ku problemên wan yên ciddî hene. Wê hewerha got ya ku ew pê dizane netenduristiya nefsî di sêçarêka haletan de di temenê 15 yan 20 saliyê de dest pê dike.

Şagirdan li dibîstan û lîseyan mafê alîkariya bijîşkî, psîkolojî, psîkososyal û şehrezayên perwerdeyî heye. Li gor qanûnê divê karmendên tenduristiya şagirdan wê jîngehê ji şagirdan re berdest bikin ya ku ew dikarin tê de pêş bikevin û sihet xweş bin.