Baxçe û hewşên dibistanan piçûktir dibin

2:22 min

Di hundirê sê salan de her zarokekî dora çar metrên çargoşeyî li baxçeyê dibistana xwe ya bingehîn ji dest dane. Ev ji encama lêkolîneke Daîreya Avahiyan ya Giştî li Swêdê (Boverket) diyar dibe.

Ji sercema 5 246 dibistanên bingehîn yên ku li Swêdê hene vê lêkolîna Daîreya Avahiyan ya Giştî 4 840 dibistan di xwe de girtine.

Her şagirdekê dibistanê li Swêdê dora 45 metrên çargoşeyî hene ku tê de bilive û hereketê bike. Û ev bi dîtina Daîreya Avahiyan ya Giştî pir e.

Ev pirsgirêka hewşên dibistanan piştî ku hejmara şagirdan zêde bûye û dursitkirin avahiyên din di hewşên dibistanan de hatiye pêş. Ev jî li gor Ulrika Åkerlund li Daîreya Avahiyan ya Giştî dibe egera kêmtir hewşê ji zarokan re û di encamê de hereketa wan kêmtir dibe û bi xerabî kar dike ser tenduristiya wan.

Bi gotina Ulrika Åkerlund di qanûna xwendingehan de çi tiştek derbarê wê nîne ku divê li dibistanan baxçe û hewş hebe. Lê di qanûna nexşe û avahiyan de behsê wê tê kirin ku divê ci ji bo lîstik û derketina derve hebe.

Ferqiyek mezin ya qebareya hewş û baxçeyan di navbera dibistanên şaredariyan û yên prîvat de heye. Hinek dibistanên prîvat hema bi yekcarî hewş û baxçe nîne.

Herweha ferqî di navbera dibistanên şaredariyan bi xwe de jî heye. Ji bo nimûne zarokekî li Stockholmê 15 metrên çargoşeyî hene ku dikare tê de hereketê bike û ev li gor Daîreya Avahiyan ya Giştî pir kêm e. Di eynî wextî de li şarediyeke wekî Storuman zarokekî bi qasî deh caran cî ji vê  ya li Stockholmê zêdetir heye.