Çima Partiya Jîngehê (Mp) zeîf dibe?

11 min

Di demekê de ku pirsên jîngehê di raya giştî de gelek cî digirtin Partiya Jîngehê (Mp) di hilbijartinê de %4.3 stand ango bi zorê benda ketina parlamenê derbas kir û bû partiya herî biçûk.
Sebeb çi ne û ew ê çawa karibe xwe li hev kom bike?

Rêbwar Hesen ku derdorê 20 salan di Partiya Jîngehê de wezîfeyên cuda girtine ser milê xwe, ji bo xurtbûna partiyê xebat kiriye dibêje “hêviya min ew bû ku partî van dengan jî nestîne û min nedixwest ew bikeve parlamenê“.

Em ê vegerin ser argumenta Rêbwar Hesen, lê pêşî em li hin sebeban bigerin. 

Van çar salên dawî hikûmeta Swêdê ji Sosyaldemokrat û Partiya Jîngehê pêk dihat. Çend wezîrên hikûmetê ji Partiya Jîngehê bûn.

Jabar Amin ku ev du dewr in parlamenterê Partiya Jîngehê ye dibêje di vê dema şirîkatiya hikûmetê de partiya wî zêde tawîz dane şirîkê mezin Sosyaldemokratan.

Emin Maskan ji herêma Uppsala jî di heman baweriyê de ye ku bi şirîkatiya hikûmetê re partiya wî mecbûrî qebûlkirina hin biryarên ne bi dilê xwe bûye. Di  heman demê de ew balê dikişîne ser çendîn nûnerên partiyê yên ku nêzîkî xeta islamî bûn û dibêje zerareke mezin bi wan gihaye partiyê. 

Cudahiyeke Partiya Jîngehê ji yên din ew e ku partî di şûna serokekî de ji aliyê du berdevkan ve tê bi rêve birin. Di 2011ê de Gustav Fridolin û Åsa Romson weke berdevk hatine hilbijartin. Berya du salan Romson neçar ma îstifa bike. Isabella Lövin kete şûna wê û bi Gustav Fridolin re niha ew berdevkiyê dike. 

Jabar Amin dibêje di vê pêvajoyê de hêz li dora berdevkan kom bûye, ew ji helwesta rêvebiriyê ne razî ye û wan weke sebebeke girîng a lawazbûna partiyê destnîşan dike.

Belê, bi raya Jabar Amin berpirsê sereke yê vê rewşa kambax ku partî ketiyê de berdevkên niha û bi taybetî jî Gustav Fridolin e.

Rêbwar Hesen dibêje rexneyên wî yên navxweyî gihan asteke wilo ku ew neçar ma bi temamî ji partiyê îstifa bike. 

Ew hemfikire ku di şirîkatiya hikûmetê ya van çar salên dawî û serokatiya niha de hin xeletiyên mezin hatine kirin, lê bi nerîna Rêbwar Hesen çavkaniya pirsgirêka Partiya Jîngehê ya ku niha derketiye holê ji Gustav Fridolin gelek, gelek kevintir e û nexweşî girantir e. 

Bi kurtî Rêbwar Hesen vêya dibêje:

”Di avakirina Partiya Jîngehê de du pirsên sereke hebûn, pirsa jîngehê û pirsa demokrasiya herêmî ku jê re digotin ”lokal demokrati”. Lê di 2005-2006ê de kesên elaqeya wan ji van pirsan nînî, xwedanê ajendayên taybet û hin kesên kariyerîst ketine nav partiyê û gav bi gav di nav partiyê de xurttir bûn. Di heman demê de kesên ji dil xwedanê fikrê jîngehparêzî û demokrasiya herêmî paş ketin. Berya ku Partiya Jîngehê bibe şirîkê hikûmetê bernameyeke bi navê ‘dij-islamofobiyê’ qebûl kiribû ku dihişt bêhna partiyeke islamî ya Rojhilata Navîn ji êdî ji vê partiya swêdî were".

Yanî bi baweriya Rêbwar Hesen ku ji par ve bi temamî ji partiyê îstifa kiriye zîwana ku di 2005, 2006ê de hate çandin, piştî deh salan zîl da û niha partî êşa wê dikişîne. Li gor wî partî wê nikaribe zûbizû xwe ji vê zîwanê vî ruhî paqij bike.

PARTIYA JÎNGEHÊ DI NAV KURDAN DE
 Wextekî di nav kurdên Swêdê de jî elaqeyeke mezin ji bo  Partiya Jîngehê dihate xuya kirin. Îro jî hejmarek siyasetmedarên kurd ku di nav de çalak in têne dîtin, lê Emîn Maskan li xwe mikur tê ku ew mîna berê piştgiriyê nabînin.

Jabar Amin radigihîne ku di asta bilind a partiyê de jî mirov bi kêmbûna tesîra kurd dihese.

Tu îşaretên ku pirsên jîngehê li Swêdê ji giringiya xwe tiştek windakiribin xuya nakin. Lê siyaseta Swêdê ne bê alternatîve jî. Partiyên wekî Partiya Navendê û Partiya Çep ji nêzîk ve bi pirsên jîngehê ve elaqedar dibin û desteka ji bo van herdu partiyan jî di hilbijartina dawî de bilind bûye.


Îcar gelo di rewşeke wiha de Partiya Jîngehê wê çiqasî karibe xwe lev bide hev û li ser piyan bimîne?

Heçî Rêbwar Hesen e tu hêvîyên wî nemane. Hesen di wê baweriyê de ye ku eger partiya wî ya berê tam ketibane, ango derbasî parlamenê nebûbaya dê çêtir bi halê xwe de ponijî ba û xwe lev bidaya hev.

Lê herçend ji 25 kursiyan wan niha tenê 15 kursî standibin jî Emîn Maskan kêfxweş e ku wan benda %4 derbas kirine û ew hêvîdar e bikaribin partiyê ji vê teqanê derxînin.
Û Jabar Amin dibêje ew bi xwe dê yek ji wan be ku hewl bide partiyê dîsa rake ser piyan.


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se