Amal Omar seroka nû ya Folkets Hus li Rinkeby e

3:13 min

Rinkeby taxeke li Stockholmê ye ku gelek biyanî, bi taybetî jî xelkên ji Somaliya lê bi cî bûne. Îcar ev cara yekem e ku jinek dibe şefa Folkets Hus, ango Mala Gel a vê taxê. Ew jî jineke somalî ya bi navê Amal Omar a 26 salî ye.

Li Rinkeby gelek kesên çalak hene ku bi pirsgirêkên taxê re mijûl dibin, li çareyan digerin. Lê halê hazir ciyekî ku xelk lê were cem hev nîne. Divê weke gava yekem em ciyê ku xelk lê bicivin ji wan re peyda bikin. Û di vir de Folkets Hus dikare roleke mezin bilîze.

Ji sedsala 18ê ve li Swêdê Malên Gel ango Folkets Hus hene. Cara ewil weke lokaleke ku karker lê werine cem hev hatine ava kirin. Ev rêxistina nêzîkî partiya Sosyal Demokrat di 1999ê de bi rêxistina parkên gel re bûne yek û îro derdorê 600 ciyên wan ên kombûnan li seranserê Swêdê hene. Rojane li van deran semîner, kurs, danasîna wek nimûne kitêb û fîlman têne li dar xistin. 

Amal Omar ku berê li Brîtanya bi pirsên jin û ciwanan ve mijûl bûye ev çend sal bû li Rinkeby mina ”demokratiinnovatör” kar dikir. Me jê pirsî bê demokratiinnovatörek çi dike:

Em hewl didin rûniştvanên herêmê têxin nav gotûbêjên bi hedefa peydakirina çareyan, haya wan ji heqê wan hebe da ku li pirsên xwe xweyî derkevin. Yanî metodên nû peyda bikin da ku xelkê bêxin nav xebatan da elaqê xwe ji pirsgirêkên herêma xwe bînin.

Û derbarê pêşeroja Rinkeby de Omar dibêje ew pir bihêviye ku rewş baştir bibe:

Min tu caran ewqas însanên ku ji dil û can ji bo çareseriya pirsgirêkan dixeibitin nediye. Lewra ez bawer im ku rewşa vir dê ber bi başiyê ve biçe. Û eger hêviya min ne mezin ba ez ê ne li vira ba ma.

Ev gotinên Amal Omar in ku heftiya derbasbûyî weke şefa nû ya Folkets Hus li Rinkeby hate hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye ku ev hevpeyvîna bi Omar re berya hilbijartina wê weke şef, vê havînê li Almedalên hatibû kirin.