Lotta Johnsson Fornarve bû cîgira duyem ya serokê parlamenê

2:20 min

Her îro, paşnîvro li parlamena Swêdê dengdan ji bo hilbijartina cîgirê duyê yê serokê parlamenê hat kirin û ew di gera sêyê ya dengdanê de gehişt Lotta Johnsson Fornarve ji partiya Çep (V).

Partiya Demokratên (SD) Swêdê Björn Söder wekî berbijêrê xwe ji bo wî postî kandîd kiribû. Partiya Çep ji bo rêgirtinê li namzedê partiya Demokratên Swêdê Lotta Johnsson Fornarve wek berbijêra xwe pêşniyaz kir.

Di gera yekê û ya duyê ya dengdanê de hîç kesî ji herdu berbijêran bêhtir ji nîva dengên beşdar di dengdanê de bi dest ve neanîn û di gera sêyê ya dengdanê de Lotta Johnsson Fornarve 149 deng li hember 82 dengan bo Björn Söderî girtin û bû cîgira sêyem.

Qaîdeya dengdanê ji bo cîgirên serokê parlamenê weha ye, eger di gera yekê ya dengdanê de çi kesî bêhitir ji nîva dengan neanî dê gera duyê ya dengdanê çê bibe. Eger di gera duyê de jî çi kesî ji berbijêran bêhtir ji nîva dengan bi dest ve neanî dê kesê di gera sêyê de bêhitr dengan bîne wî postî bistîne.  

Åsa Lindestam îro ji bo wergirtina postê serokê parlamenê hevrika Andreas Norlenî bû û di encama dengdanê de Andreas Norlen bû serokê parlamenê û ew bû cîgira wî ya yekê.

Ji bo cîgirê sêyê yê serokê parlamenê partiya Navendê (C) endama xwe Kerstin Lundgren namzed kiribû û niha partiya Demokratên Swêdê Björn Söder yê ku sernekeft di wergirtina postê cîgirê duyê de, ji bo postê cîgirê sêyê berbijêr dike. Niha jî dengdan li ser tê kirin bê ka dê ew post ji kê re be.

Serokê nû yê parlamenê Andreas Norlen îro piştî ku di parlamenê de wekî serokê parlamenê hatiye hilbijartin, di konferanseke rojnamgerî de ragihand ku ew dê sibe, seat 9.30 li parlamenê, dengdanê li ser baweriya bi serokwezîr Stefan Löfvenî bikin.