Stefan Löfven ji serokwezîriyê hat havêtin

1:42 min

Îro parlamena nû bi serok û cîgirên serokî yên duh hatibûn hilbijartin rûniştina xwe ya yekê kir. Di rûniştinê de serokê nû yê parlamenê Andreas Norlén (M) baweriya bi serokwezîr Stefan Löfvenî xist ber dengdanê û tê de piraniyê deng bo nemana wî wekî serokwezîr da.

Bêhtir ji nîva endamên parlamena Swêdê di dengdana îro de li dijî mana Stefan Löfvenî yê ji partiya Sosyaldemokratan (S) wekî serokwezîr bûn.

Ji bo ku Setafn Löfven wekî serokwezîr berdewambûya diviyaba bêhtir ji nîva endamên parlamenê deng ji bo mana wî daba. Lê 204 parlamenteran li dijî mana wî deng da û bes 142 deng li gel mana wî bûn.

Niha ew dê dev ji swerokwezîriyê berde, lê dê hikûmetê birêve bibe heta hikûmeteke nû bê çêkirin.

Serokê parlamenê dê kesekî ji bo serokwezîrî û çêkirina hikûmete pêşniyaz bike û mafê wî bo çar hewlan heye.

Eger herçar hewlên wî sernegirtin divê hilbijartinek din di hundurê sê mehan de bê kirin. Hikûmeta niha jî wekî hikûmeta birêvebririna karûbaran berdewam dibe heta hikûmeteke nû tê ava kirin.