
Dadgeha bilind ya koçê: Qanûna lîseyê dikare bê tetbîq kirin
Dadgeha bilind ya koçê (Migrationsöverdomstolen) biryara xwe derbarê qanûna lîseyê da û diyar kir ku ew qanûn dikare bê bikaranîn.
Berya niha ew qanûn ya ku dê şansa mana li Swêdê ji bo xwendinê bidaya dora 9 000 ciwanên tenêhatî, ji aliyê du dadgehên koçê ve hatibû red kirin û pirs ket ber dadgeha bilind ya koçê.
Daîreya koçê (Migrationsverket) jî di warê daxwaznameyên wan ciewanên tenêhatî yên îqame ji bo xwendinê xwestibûn, li benda biryara dadgeha bilind ya koçê bû.
Ev qanûna lîseyê yekê meha tîrmeha îsal derketibû û li gor wê diviyaba penaxwazên ciwan yên dixwazin domê bidin xwendina xwe ya lîseyê , daxwaznameyên xwe berya dawiya meha îlonê pêşkêş kiriban.
Lê û her zû karkirin bi wê qanûnê hat rawestandin piştî ku herdu dadgehên koçê yên Malmö û Göteborg ew, bi bihaneya ku nakokiya wê li gel qanûna Yekîtiya Ewrûpayê heye red kir.
Lê niha dadgeha bilind di daxuyaniyeke rojnamegerî de tekez li wê kir ku ev qanûn qabilê bikaranînê ye û nakokiya wê di warê îsbatkirina pênasnameya kesîtiyê de li gel qanûnên Yekîtiya Ewrûpayê nîne.