
Amineh Kakabaveh nebû endama daîmî ya çi komisyonekê
Amineh Kakabaveh ya ji partiya Çep (V) nebû endama daîmî di çi yekê ji 15 komisyonên parlamenê de û wekî şûngir hat destnîşan kirin û ev bi gotina wê bêedaletî ye.
Herçend berya hilbijartina parlamenê komîteya rawêj ya partiya Çep hewil da Amineh Kakabaveh nekeve nav lîsteya berbijêrên partiyê bo parlamenê, lê ji ber givaş û dengdana endaman ew ket cihê heştemîn di listeyê de.
Di hilbijartina parlamenê de wê, piştî serokê partiyê Jonas Sjöstedtî, dengên herî zor di nav parlamenterên vê carê yên partiya Çep de li şaredariya Stockholmê anîn û ket nav parlamenê.
Ev çend sal in nakokî di navbera wê û rêberiya partiya wê de li ser pirsên girêdayî xebata li hember kultura namûsparêziyê û şîdeta li hember jinên esil biyanî heye. Bi dîtina Kakabaveh partiya wê bisteh nake dest bide van pirsan û partiya wê jî van rexneyên wê red dike.
Di çar salên çûyî de jî Amineh nebû endama daîmî ya çi komisyonaneke parlamenê û ew wekî şûngir hatibû hiştin. Niha û di vê gera parlamenê de jî partiya wê ew nekir endama daîmî ya çi komisyoneke parlamenê û ev bi dîtina wê reftareke nedemokratî ye.
Amineh dibêje, ew demek dirêj e di fraksiyona partiya Çep ya parlamenê de ye û giş li ser bikêrhatina wê aghdar in û hemî dikarin bixwînin û bibînin ka wê çi kiriye û çi gotiye.
Kakabaveh diyar dike ku wê xwe ji bo yekê ji komisyonên karûbarên derve, bazara karî, perwerdeyê û kulturê pêşniyaz kribû, lê li şûnê wan jê xwest bibe şûngir di komisyona parlamenê ya pirsên Yekîtiya Ewrûpayê de. Wê jî ew red kir û got ew dê senga xwe bide xebata siyasî.
Lê Christina Höj Larsen ku seroka komîteya rawêj ya fraksiyona partiya Çep ya parlamenê ye çi dramatîkê di vê de nabîne.
Ew dibêje grûpa wan ya parlamenê niha mezintir bûye û grûp li gor wê ka çi jê re baştir e endamên xwe li ser komisyonan belav dike. Bi gotina wê di vê dabeşkirinê de baweriya bi yekûdu û hurmetgirtina li rêkar û foruma karkirina grûpê roleke giring dibîne.
Christina diyar dike ku wan minaqeşeya vê pirsê kiriye û ji Amineh Kakabaveh re pêşniyaz kirine ku ew wekî şûngir di komisyona parlamenê ya pirsên Yekîtiya Ewrûpayê de bimîne.