
Şirovekarekê siyasî: Rojên dijwar yên Alliansen niha dest pê dikin
Bi gotina şirovekarê Radyoya Swêdê yê siyaseta navxwe Tomas Ramberg tiştê ku partiyên benda Alliansen hiştibûn hevgirtî dengdan bû ji bo hilweşandina hikûmeta Stefan Löfvenî û wan ew doh kir, lê niha dê rewşa wan dijwartir be.
Her duh seroka partiya Demokratên Xristiyan Ebba Bush Thore diyar kir ku ji wê re ya giring ew e, ew bikarin hikûmetê ava bikin û siyaseta xwe derbas bikin û ne giring e ka kî di parlamenê de piştgiriyê dide wan.
Wê di bersiva pirsiyareke Radyoya Swêdê de got ew amade ye hikûmetekê bi piştgiriya Demokartên Swêdê ava bike û tekez li wê kir ku wê ew hertim jî gotiye.
Vê gotina Ebba Bush Thore, serokê partiya Liberalan Jan Björklund şaşmayî hişt û ew dibêje herçar partiyên di nav benda Alliansen de berya roja hilbijartinê tam berûvajiya vê gotibû.
Bi gotina wî pir ecêb e ku mirov piştî hilbijartinê berûvajî ya berya wê bibêje. Björklund dibêje divê mirov piştî hilbijartinê li wan gotinên xwe yên berya hilbijartinê bixwedî derkeve.
Parlamena Swêdê duh bi dengdanê Setfan Löfven ji serokwezîriyê havêt. Ev hikûmeta niha jî êdî ya birêvebirina karûbaran e heta hikûmeteke nû tê ava kirin.
Sibehî dê serokê nû yê parlamena Swêdê Andreas Norlén dest bi gotûbêjan li gel partiyên di parlamenê de bike. Armanc jî peydakirina berbijêrekî ji bo serokwezîriyê ye ku bibe cihê qebûlkirina piraniya endamên parlamenê û bikare hikûmetê ava bike.