
Baksî ji fîlmê li ser Stieg Larsson razî ye
Isal fîlmekê dokumenter bi navê (Mannen som lekte med elden) yê dirêjiya wî seatek û 45 deqîqe li ser Stieg Larssonî wekî rojnamevanekê vekolîner derket û sohbet jî heye ew bibe zîncîrefîlm û di TV4 de bê nîşandan.
Rojnamevan Kurdo Baksî ji nêzîk ve Stieg Larsson naskiribû û pê re wekî rojnamevan kar kiribû û kitêbek jî li ser nivîsîbû û di vê dokumnterê de jî beşdar e. Ew dibêje ew hem wekî dostê wî û hem jî wekî hevalê wî yê karê rojanmegeriyê di fîlmî de beşdar bûye.
Kurdo Baksî tekezê li wê dike ku ev fîlm li ser qonaxa jiyana Stieg Larssonî ya rojnamgeriyê ya berya derketina romanên wî ye. Ew diyar dike ku ev dokumnter bêhtir aliyê însanî yê Stieg Larssonî û xebata wî ya li dijî nazîst û rastgirên şîdetxwaz berçav dike.
Vê sibehê Mikael Timm yê ku fîlm dîtiye di P1 ya Radyoya Swêdê de ew fîlm nirxand û bi dîtina wî ew ne ti fîlm e û ew naxwaze wî wekî zincîrefîlm di TV4 de bibîne.
Lê Kurdo Baksî vê rexneyê dijwar dibîne û dibêje ji bilî hinek kêmasiyên wekî hebûna kesê ku temsîla kesatiya Stieg Larssonî di fîlmî dike, fîlmî armanca ji bo hatiye çêkirin pêkandiye.
Stieg Larsson rojnamegerekê vekolîner bû, lê ew ne bes li Swêdê, lê belê li tevaya dunyayê bi hersê romanên xwe bû nivîskarekê navdar û bêhtir ji 90 milyon nisxeyan jê hatin firotin.
Stieg Larsson sala 2004ê, berya ew bi wan kitêbên xwe yên pirfiroş bibe navekê naskirî li cîhana romanan, ji vê dunayê bar kir.