Zêdetir şagird sinifa nehê derbas dikin

2:09 min

Statîstîkeke nû ya Daîreya giştî ya dibistanan (Skolverket) eşkere dike ku hejmara şagirdên îsal sinifa nehê timamkirine û dikarin biçin lîseyê ji par zêdetir e.

Peter Fredriksson birêveberê giştî yê Daîreya giştî ya dibistanan awayê nû yê dibistanên swêdî û hebûna zanîneke baş derbarê ka çi ji bo şagirdan baştir e û ka çi pêwîst e bê kirin wekî sedema vê pêşkeftinê dibîne.

Îsal 4600 şagirdan bêhitr ji par xwendina pêwîst ji bo ketina lîseyê derbas kir. Yanî %84,4 ji sercema şagirdên sinifa nehê encamên baş bidest xistine û ev di hevberkirinê de li gel parsal nêzîkî %2 zêdebûye.

%90 ji şagirdên dêûbavên wan swêdî ne xwendina xwe baş derbas kir, lê ji yên ku dêûbavên wan esil biyanî ne %86,1 di xwendina xwe de serkeftin.

Herweha ji vê statîstîkê diyar dibe ku bandora paşxaneya dêbavan ya perwerde û xwendinê li ser encamên şagirdan yên xwendinê heye.

Ji nav wan şagirdên ku dêûbavên wan perwerde û xwendineke ser lîseyê heye %93 sinifa nehê derbas kir. Lê ji yên ku dêûbavên wan bê xwendina bilind in %78,1 şiyan encamên serkeftî di xwendinê de bi dest bixin. Hindî ku ew şagird in yên ku dêûbavên wan lîse nexwendine, bêhitr ji nîva wan di xwendina xwe de serkeftin.