
Tino Sanandaji ”Krîzeke aborî li devê derî ye”
Di demekê de ku aboriya Swêdê pir xurte de aborînas Tino Sanandajî kitêbek weşandiye û tê de dibêje qeyraneke aborî li devê derî ye. Sebeba sereke li gor wî deyndariya zêde ye.
Aboriya Swêdê pir baş xuya dike. Ewqasî baş e ku di kampanya hilbijartinê de pir kêm behsa wê hate kirin. Konjuktur bilind e, deynê dewletê kêm in, derdorê 90 milyar kronên zêde di budçeya xezînê ya dewletê de ye (överskott).
Tam di demeke wiha de aborînas Tino Sanandajî kitêbek weşandiye û tê de dibêje qeyraneke aborî li devê derî ye. Me jê pirsî bê ew çi îşaretên vêya dibîne.
Gava mirov li zemanên berya kirîzên aborî binêre tecrûbeyeke tarîxî ya wiha derdikeve pêş. Di van du sed salên dawî de her serê 10-20 salan li welatekî qeyraneke aborî rûdide. Ya Swêd herî dawî di salên 90î de bû. Berya ku krîz biteqe rewşeke wiha heye; Deyndarî zêde ye, fayîz nimz e. Xelk pir dikire û lewra bihayê tiştan girantir dibe.
Tino Sanandaji dibêje ew li gor vê tecrûbeya tarîxî li rewşa îro ya Swêdê dinêre û dibêje ji bo balkişandina ser deyndariya zêde wî navê kitêba xwe kiriye ”Tio tusen miljarder”, ango ’deh hezar mîlyar’.
Li ser pirsa me ya ku deynê dewletê ne zêde ye Sanandaji zelal dike ku mebesta wî bi deyndariyê, ne deyndariya dewletê lê ya şexsan, malan e ku gihaye deh hezar mîlyar. Van salên dawî deyndariya şexsan salê bi %7 bilind bûye, lê geşebûn (tillväxt) ne nîvê vê reqemê jî ye û Sanandaji dibêje rewş nikare wiha dewam bike, ji deverekê û pê de êdî ewê biteqe.
Nuqteyeke din ku Tino Sa nandaji weke îşareta krîzeke aborî dinirxîne bazara xaniyan e ku di nava çend salan de bihayê wan duqat bûye.
Û di bazara xaniyan de ev demeke guhertinek tê dîtin. Wek nimûna qîmetê xaniyên nû têne çêkirin li gor berya du salan li seranserê Swêdê ji %16 kêmtir e.
Keseke din ku di heman baweriyê de ye û dibêje ji niha de îşaretên vê yekê hene şefa aboriyê li Nordea Annika Winsth e.
Aboriya Swêdê bi sur’eta van salên dawî wê mezin nebe, dakeve derdorê ji %2. Ixracat zêdetir nebûye û tu işaretên ku îsal guhertinek tê de bibe nîne.
Ji bilî sebebên ku Tino Sanandaji balê dikişîne ser Annika Winsth herwiha behsa îşareteke din a nexêrê ku vêga di rojevê de ye dike. Şerê aborî yê navbera hêzên mezin Amerîka, Çîn û Yekîtiya Ewrûpa.
Em nizanin bê ev nakokiyên di navbera van hêzan de wê gihine çi astan. Ku di rewşa îro de bimîne wê îdare bibe, lê eger Trump hin surprîzên nû bike – ku ne ecêb e bike- ev wê zerarê li ekonomiyê bike.
Îcar Tino Sanandaji dibêje mebesta wî bi kitêbê ew e ku ev pirsgirêk bikeve rojevê da xelk hişyar bin û ji bo ku mirov bikaribe xwe ji krîzeke muhtemel biparêze tedbîrên xwe bigre.
Besir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se