Doktor daxwaza pûtedanê bi bingehên saxlemiyê dikin

2:28 min

727 doktor di gaziyeke xwe de ji siyasetmedarên Swêdê dixwazin ew gelek giringiyê bidin lênêrîna bingehîn ya nexweşan di nav bingehên saxlemiyê de ku bi swêdî dibêjinê (primärvården), berya ew ji hev hilbiweşe.

Ev doktor di nivîseke xwe ya hevbeş ya duhî di rojnameya Dagens Nyheter de belav bûye bala siyasetmedaran dikişînin ser giringiya ku ew li derveyê bend û berokên xwe yên siyasî û ji bo reformeke mezin di warê saxlemiyê de lihev werin.

Li gor vê gazînameya doktoran rewşa bingehên lênêrîna nexweşan dijwar e û doktorên di nexweşiyên giştî de şehreza tê de kêm in û hemşîre jî têrê nakin û barê yên heyîn giran e û ew jî dibe sedema ku gelek ji karmendan nexweş bikevin yan dev ji karê xwe ber bidin.

Doktorên giştî li bingehên lênêrîna nexweşan berpirsiyar in ji teşxîskirin û rêgirtinê li ber wan nexweşiyên ku piraniya nexweşan pê dimirin, lew bi dîtina van doktoran giring e pûte bi wan û zêdekirin û perwerdekirina wan bê dan.

Niha li Swêdê %40 ji xelkê Swêdê dizane ka kî li bingehê saxlemiyê doktorê wan e û li welatên din yên Ewrûpayê hejmar zêdetir e û %80-90 doktorên xwe li bingehên saxlemiyê hene.

Doktor di vê nivîsa xwe de wê jî eşkere dikin ku hejmara doktoran li bingehên lênêrîna nexweşan li Swêdê ji ya hemî welatên din yên Ewrûpayê kêmtir e.

Ew herweha tekezê li wê dikin ku tevî hemî tengasî û kêmasiyan ji bo nimûne %70 ji nexweşiyên kanserê ji aliyê wan doktorên bingehên lênêrîna nexweşan ve tên dîtin. Lew ew dixwazin ku %10-20 ji wextê karî ji bo perwerdeya lezgîn ya doktoran û lêkolînan bên terxan kirin û bingehên lênêrîna nexweşan ji xetera doktorên bêtecrube bên parastin.