SAAB karekê bi milyaran qezenc kir

1:15 min

Şîrketa SAAB ya swêdî li gel şîrketa Boeing ya amerîkî li ser çêkirina 351 balafirên hînkariyê yên ji cureyê T-X ji bo hêzên esmanî yên amerîkî li hev hatine.

Buhayê vê peymanê jî dibe dora 81 milyar kronên swêdî û dê %30 ji hatiniya hemî firotinê bo SAABa swêdî be.

Wezîrê Swêdê yê bergiriyê Peter Hultqvist dibêje ji bilê ku ev belge ye li ser jêhatîbûna teknolojiya swêdî, ev her weha dikare hem derfetên karkirinê li Swêdê zêdetir bike û hem jî firotina van cure berhemên teknolojiya swêdî bo derve zêde bike.

SAAB ji bilî agahdariya çapeneiyê ya duhî naxwaze çi şiroveyan di warê vê pirsê de bike û dê li benda biryara dawî ya hêzên esmanî yên amerîkî be.