
Kesayetiya kulturî cezaya du sal zindan stand
Îro dadgeh destpêkê ya Stockholmê du sal zindan wekî ceza da zilamê ku bi kesayetiya kulturî hatiye bi nav kirin.
Ev zilam bi tecawiza cinsî bo ser jinekê hatibû tohmet bar kirin û dozgerî daxwaza sê sal zindan jê re kiribû, lê dadgehê îro biyar da ku ew du salan bê zindan kirin û herweha 115 000 kronan jî wekî tezmînat bide wê jina ku li sala 2011yê tecwaiz kiribû ser.
Par 18 jinan di demê kampanyayên metoo de kesyetiya kulturî bi destdirêjiyên cinsî bo ser wan tohmet bar kiribû. Di 19yê meha buhurî de doza tecwaizê bo ser yekê ji wan jinan li hember wî li dadgeha destpêkê ya Stockholmê dest pê kiribû.
Kesayetiya kulturî ew tohmet red kiribûn û niha dadgehê biryara du sal zindankirin derheqa wî da. Li gor avûkatê wî ew dê giliya xwe li ser vê biryara dadgehê bibin cem dadgeha îstînafê.
Ev kesayetiya kulturî û ji ber van tohmetên destdirêjiyên cinsî yên li hember wî bû egera serhildana probleman di nava Akademiya Swêdî de, ji ber pêwendiyên wî yên nêzîk bi Akademiyê re. Her ew problem jî bûn egera ku îsal xelata Nobelê di warê edebiyatê de neyê dan.
Erê ev ceza dê tesîrê li ser bawerbûna bi Akademiyê bike. Serokê weqfa Nobelê carl-Henrik Heldin dibêje rast e ku Akademiya Swêdê gelek ji ber wê pirsê hat birîndar kirin, lê niha giring e ku Akademiya Swêdî, çi ew kesatî hat hikum kirin yan ne, dest bide çaereserkirina problemên xwe.