
Xelata Nobelê ya dermanan bû para lêkolînên îlaca kanserê
Îro komîteya belavkirina xelatên Nobelê, xelata Nobelê ya derman û fîzyolojiyê ya îsal diyar kir û ew bû para lêkolînerê amerîkî James P Allison û yê yapanî Tasuku Honjo.
Lêkolîna wan derbarê biqaîdekirin û kontrolkirina sîstema parastina laşê mirovî ye ji bo ku rê nede duristbûna şaneyên nû yên kanserê. Her bi xêra van lêkolînên wan, niha îlac, ji bo nimûne ji bo kansera gurçikan li ber destan heye.
Par xelata di warê dermanan de bû para sê lêkolînerên amerîkî Jeffrey C Hall, Michael Rosbash û Michael W Young. Keşfa wan derbarê seata biyolojî ya jîndaran bû. Ka çawa jîndar bi awayekê weha fîzyolojiya xwe dixebitînin ku ew ji bo şev û rojan amade bin.
Vê hefteyê, ji 1 heta 8ê vê mehê xelatgirên Nobelê yên di warê cuda de tên diyar kirin. Qîmeta her xelatekê 9 milyon kron e. Akademiya Swêdê herweha jî biryar daye ku xelata Nobelê ya di warê edebiyatê de ya îsal paşde bixe.
Sibe dê xelatgirê fîzîkê, roja çarşemê yê kîmya, roja înî yê aştiyê û 8ê mehê jî yê aboriyê bên ragihandin.