Miaşên jinan zêde dibin, lê hîn ji yên mêran nizimtir in

1:37 min

Li gor Boruya navendî ya statîstîkê hatiniya mehane û salane ya jinan di sala derbasbûyî de ji ya mêran çêtir bûye.

Bi gotina Johan Lindberg lêkolîner li SCB sedema vê bilindbûna miaşên jinan ew e ku beşekê mezin ji jinan pê xwe havêtiye nav bazara karî. Û herweha jinan dest bi karên pîşeyî jî kiriye û sexbêrîjêkirina zarokan bi mêran re parvekiriye.

Destpêka salên notan miaşên jinan %68 ji yên mêran bûn. Niha û li gor Boruya navendî ya statîstîkê ew bilind bûne bo %77 ji miaşên mêran.

Lê tevî bilindbûna miaşên jina ew hîn jî di bin yên mêran de ne. Sala 2017yê miaşên jinan yê salane 244 500 kron bûn û yên mêran eynî wextî 318 900 kron bûn. Eger em miaşê mehane ji vê çêbikin dê navniciyê jinan yê mehane dora 20 400 kronan be û ev tê wê manayê ku miaşê wan 6 200 kronan ji yê mêran kêmtir e.