
Dibe ku navê Zarakolu têkeve lîsteya sor a Interpolê de
Ragip Zarakolu li Tirkî nivîskar û çalakvanekî mafê mirovan ê binavûdeng e ku ev çend sal in li Swêdê dijî. Lê niha dadgeheke Tirkî dixwaze navê Zarakolu têxe lîsteya sor a Interpolê de da ku ew teslîmî Tirkî were kirin.
Ya rastî bi bihîstina vê daxwazê re ez şaş mam, ji ber ku ev dozeke kevin a sala 2011ê ye. Hingî ez hatibûme binçav kirin û bêyî ku dozek vebe ez hatibûme berdan. Lê niha ewqas giran kirine û kar dikin vê bikine sebeba daxwaza min ji Interpolê.
Di 2011ê de partiya Aştî û Demokrasiyê (ku paşê bû HDP) akademiyeke siyasî vedike. Di vekirina akademiyê de gelek rewşenbîr û kesayet cî digrin. Ragip Zarakolu jî yek ji wan kesan e ku beşdarî vekirinê dibe û gotarekê pêşkêş dike.
Doza niha ku ji ber wê tê xwestin navê Zarakolu têxin lîsteya sor de beşdarbûna vekirina vê akademiyê ye.
Ragip Zarakolu yê vêga 70 salî ev çend sal in li Swêdê ye û mafê rûniştinê standiye. Yanî ew naçe Tirkî û beşdarî mehkemeyê nabe, dibêje wî xwestiye îfadeya xwe nivîskî ji wan re bişîne, lê qebûl nebûye.
Parêzerên wî yên li Tirkiyê biryara mehkemeyê îtiraz kiribûn, lê roja înê îtiraz hate redkirin. Û bi vî awayî xetera ku navê Zarakolu teslîmî Interpolê were kirin meztir bûye.
Îcar hêj di asta mehkemeyê de, ku tu kirîz derneketî Zarakolu hêvîdar e Swêd bikeve nav hewldanan da ku navê wî neyê reşkirin.
Derheqê doza li hemberî Zarakolu de rêxistina PENa Navneteweyî û PENa Swêdê daxuyaniyeke hevbeş belav kirine ku ew doza li hember Zarakolu paş de vekişînin.
Di asta siyasî de jî parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabaveh pirsnameyek daye wezîra derve Margot Wallström. Û Wallström di 18 îlonê de di bersiva xwe ya nivîskî de gotiye Swêd di danûstandinên bi Tirkiyê re çend caran meseleya sûîstimalkirina Interpolê aniye rojevê û di asta Yekîtiya Ewrûpa de jî Swêd hewl dide şertên Interpolê werine guhertin.
Hêjayî gotinê ye ku berya niha hin welatiyên Swêdê ji ber ku navê wan di lîsteya sor a Interpolê de bûye li hin welatan hatine girtin û piştî demek girtîmanê ji nû karîbûne vegerine Swêdê. Ragip Zarakolu jî bi fikar e ku bi teleba Tirkiyê re çûnûhatina wî were sînordar kirin.
Ragip Zarakolu li Tirkî nivîskar, weşanger û rojnamevanekî nas e. Ji ber xebatên xwe yên mafê mirovan ew berya çend salan yek ji berendamên xelata Nobelê hatibû nîşandan.
Interpol, rêxistina polîsê navneteweyî ya ji bo zemtkirina sûcdarên giran ên krîmînel hatiye ava kirin.
Loma jî Zarakolu dibêje ew daxwaza mehkemê ya ku navê wî têxin lîsteya Interpolê de hem tahdeyeke hem jî rûmetşikandine.
Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se