
Xelata Nobelê ya fîzîkê gihîşt du mêran û jinekê
Îro Akademiya zanistî ya şahî (Kungliga Vetenskapsakademien) Arthur Ashkin, Gérard Mourou û Donna Strickland wekî xelatgirên Nobelê di warê fzîkê de diyar kirin. Ew jî ji ber keşfên wan yên serkêş di warê fîzîka lazerê de.
Arthur Ashkin xwediyê wê keşfê ye ya bi muçinkên optîsk hatiye bi nav kirin. Gérard Morou û Donna Strickland jî rê vekir li ber kurttirîn û întensîvtirîn jenînên lazerê ku heta niha hatine afirandin.
Xelat neh milyon kron e. Nîva wê bo Arthur Ashkin yên amerîkî ye û nîva duyê jî wekî hev li ser herdu xelatgirên din Gérard Morou yê fransî û Donna Strickland ya kanadî tê dabeş kirin.
Doona Strickland ku yek ji xelatgiran e, piştî 55 salan dibe jina sêyem ya ku heta niha xelata Nobel ya fîzîkê standiye.
Ev xelat dê 10 meha duwazde ya îsal, di roja Nobelê de, li gel xelatên din ji aliyê qiralê Swêdê ve li ser xelatgiran li Konserthus li Stockholmê di rêûresmeke taybet de bê belav kirin.
Xelata par ya di warê fîzîkê de para sê lêkolînerên amerîkî bû ji ber keşfa wan ya derbarê hêza kişandinê ya di warê astrofîzîkê de. Sibe jî gera diyarkirina wergirê xelata Nobelê ya di warê kîmyayê de ye.