Kristersson dê hewil bide hikûmetê çêbike

1:21 min

Îro serokê parlamena Swêdê Andreas Norlen di konferanseke rojamevanî de Ulf Kristersson (M) wekî kandîd ji bo serokwezîriyê û hewla çêkirina hikûmetê destnîşan kir.

Li gor ragihandina serokê Parlamenê divê Ulf Kristersson di hundurê du hefteyan de pêşniyaza xwe ya bo çêkirina hikûmetê pêşkêş bike.

Îro gera duyê ya gotûbêjên serokê parlamenê Andreas Norlen li gel serokên her heşt partiyên di nav parlamenê de ji bo çêkirina hukûmetê birêveçû.

Piştre, wî di konferanseke rojanemvanî de diyar kir ku wî ji serokê partiya Moderatan Ulf Kristersson xwest ku ew bizava çêkirina hikûmetekê bike, bi mercekî ew hikûmet bibe cihê razîbûna parlamenê. Mebesta wî ew e ku ji nîvê bêhtir ji endamên parlamenê li dijî wê nebin.