
Dorpêç Kobane: Min çi dîtibû min ew nivîsî
Dorpêç Kobanê ku di kîmkîma şer de du salan li Kobanî û derdora wê li nexweşan dinêrî derheqê serpêhatiyên xwe yên li wir kitêba bi navê Kobanesyndromet, ango ”sendroma Kobanê” weşandiye.
Wextê ku Daişê her roj aqarek distand, erda di bin destê wê de ji gelek dewletên Ewrûpa meztir bû, li çep û rastê xwe dixist û herî zêde jî bela xwe li kurdan dida, kesekî ku ji Swêdê berê xwe dide Rojava û li wir bi taybetî bi lênerîna birîndaran ve mijûl dibe Dorpêç Kobanî ye.
Piştî ku gefa Daişê kêmtir bû ew jî vegeriyaye Swêdê û hewl dide wek me hemûyan bi kar û emelê rojane ve mijûl bibe.
Lê serpêhatî û bîranînên xwe bi navê ”Kobanesyndromet” wî weke kitêb weşandiye û me jê pirsî bê hedefa wî bi nivîsandina vê kitêbê çi ye.
- Kitêba Sendroma Kobanê di pêşerojê de hem dibe fîlm hem jî elaqe heye ku bibe lîstika şanoyê.
- Kitêb bi swêdî hatiye nivîsandin û di nêzîk de gereke ji bo ingilîzî, fransî û almanî were wergerandin.
Ji bo guhdariya hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!
Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se