Gelek swêdî ji xizmetên dijîtal dûr in

2:27 min

Weqfa înternetê li Swêdê (Internetstiftelsen) îro rapora xwe ya salane ya bi navê "Swêdî û înternet" belav dike. Rapor ronahiyê dixe ser wan yên li derveyê înternetê û xizmeta dijîtal dimînin.

Li gor raporê 1,1 milyon swêdî carekê di hefteyê de yan pir kêm înternetê bi kar tînin û hene jî bi yekcar dest nadinê. Ev jî bi gotina Måns Jonasson stratejînasê dijîtal li weqfa înternetê ne baş e.

Ew dibêje êdî %100 ji xizmet û danûstandinan dibin dijîtal û bi rêya înternetê tên kirin û tirsa wê heye ku mirov negehe ber xizmeta van mirovan yên îternetê rojane bi kar nayînin û ew ji beşa din ya civakê dûr bikevin.

Her ku diçe ji bo nimûne otomatên parkkirina tirimbêlan wenda dibin û bikaranîna destî ya pereyan namîne û Bank-ID û Swish şûna wan digirin. Ev jî bi dîtina Ola Nilsson ji rêxistina sertaserê Swêdê ya teqawidiyan (PRO) dibe egera wê ku gelek mirovên temenmezin xwe li derveyê vê jiyana dijîtal bibînin.

Her di vê lêkolînê de ya ku 2 500 mezin û 250 ciwan li gel dêûbavên xwe tê de beşdar bûne, diyar dibe ku li Swêdê yek ji çar zarokên bin yeksaliyê de dikevin nava înternetê. Ew jî bi mebesta temaşekirina vîdyoyan, yan lîstinê yan jî guhdarîkirina dengan.

Bi dîtina Måns Jonasson sedema vê jî ev nifşê nû yê dêûbavan e yên ku li gel întrenetê mezin bûne û ew ti problemê di wê de nabînin ku zarokên wan întrenetê bi kar tînin.