
Du amerîkiyan û brîtaniyekî xelata Nobel ya kîmyayê wergirt
Îro Akademiya zanistî ya şahî xelata Nobel ya kîmyayê ya îsal pêskêşî Frances H. Arnold, Georg P Smith û Gregory P Winter kir.
Van xelatgiran guhertinkariya proteînên antîkor kontrol û lezgîn kiriye û bûye egera îlac û dermanên nû ku dikarin ji bo nimûne di îlaca kanserê de bên bi kar anîn.
Frances H Arnold ya amerîkî nîva xelatê distîne û nîva din jî bi hevbeşî dibe para Georg P Smith yê amerîkî û Gregory P Winter yê brîtanî.
Xelata par ya kîmyayê li ser sê kesan ji sê welatên jêkcuda hat dabeş kirin. Ew jî ji bo keşfên wan yên li ser pêşdebirina vekolînên li ser krîoelektronmikroskpiyê û tesîra wan li ser têgehiştina me bo kîmyaya jiyanê û pêşdebirina dermansaziyê bû.
Xelata Nobelî ya kîmyayê ji 1901ê hatiye dan û heta niha çar jinan standiye û farnces H Arnold ya îro jina pêncê ye ku xelata Nobel ya kîmyayê werdigire
Ev xelata îro ya sê ya îsal ya Nobelê bû, piştî ya derman û fîzyolojiyê û ya fîzîkê. Xelata Nobelê ya aştiyê roja înî tê diyar kirin û li dawiyê ya aboriyê 8ê vê mehê tê ragihandin. Hindî xelata Nobelê ya edebiyatê ya îsal e, ew ji aliyê Akademiya Swêdî ve hatiye paşxistin û ne xuya ye dê kengî bê dan.