
Xelata Nobelê ya edebiyatê ya îsal nayê dan
Diviyaba îro wergirê xelata Nobelê ya sala 2018yê ya edebiyatê bihata diyar kirin, lê ew nehat ragihandin û Hashem Ahmadzade nedana xelatê bi têkdana tradisyonekê dibîne.
Lêkolînvan û mamosteyê zanîngehê dr. Hashem Ahmadzadeh dibêje dê kartêkirina vê ya nerênî hebe. Ev zêdetir ji sed salan e xelatên cur bi cur yên Nobelê tên belav kirin, lê bala xelkê bêtir diçû ser xelata edebiyatê û dûre ya aştiyê.
Bihara çûyî Akademiya Swêdî û ji ber nakokiyên navxwe ragihandibû ku ew îsal wê xelatê nade û bo demekê din paşdixe.
Emma Hernell birêvebra gişî ya şîrketa HUI Reserarch ya lêkolînan li ser bazara kirîn û firotinê bi wê dîtinê ku nedana xelata Nobelê ya edebiyatê bi xerabî kar dike ser kitêbfiroşan û feydeyê ew jê dikin.
Ew dibêje payîz bi giştî ji bo bazara kitêbfiroşiyê pir giring e. Ew bi pêşangeha kitêban dest pê dike li gel çend xelatan û piştre firotin û kirînên demê cejna Noelê tên. Ev kirînên demê cejnê bi gotina wê gelek ji kitêbfiroşan re giring in û di wê de bal diçe ser berhema ku xelata Nobelê standiye.
Hashem Ahmadzade diyar dike ku yek ji taybetmendiyên xelata Nobelê ya edebiyatê ew bû ku nivîskarek li tevaya cîhanê bi normên xwe dida nasandin û ew jî dibû pîvanek bo destnîşankirina berhemên edebî yên jêhatî û nedana vê xelatê dibe sedema nemana wan pîvanan.