Doz li hember 17 xwenîşanderên NMR hat vekirin

2:22 min

Îro li dadgehê li Göteborg doz li hember 17 alîgirên rêxistina nazîst ya bi navê Tevgera Têkoşîna bakûr (NMR) hat vekirin.

Ew bi çêkirina tevliheviyan, bikaranîna şîdetê û gefkirinê li xelkê di xwenîşandana par de li Göteborg tên tawanbar kirin. Lê hîn ne diyar e bê kengî dê pêvajoya dadgehkirinê dest pê bike.

Îlona par NMR xwenîşandanek di demê birêveçûna pêşangeha kitêban ya Göteborg de pêk anî û endam û alîgirên xwe ji sernaserê Swêdê di wê xwenîşandanê de civandin.

Endam û alîgirên wan bi kincên xwe yên wekhev û mertalên li ber xwe li pêşiyê rojnamevan û paşî polîs bi ser xelkê de rahavêtin û alayên di destên xwe de wekî çek li hember wan bi kar anîn. Wan sloganên nijadperist û yên li dijî cihûyan û grûpên din yên neteweyî gotin û bûn egera tevlihevî û pevçûnan li cihê xwenîşandanê.

Dozger û berpirsiyarê lêkolînê Jonas Martinsson dibêje ew 17 kesên ku doz li hember wan hatiye vekirin ji 17 cihên cuda yên Swêdê ne. Wan di demê xwenîşandana xwe ya par de peyamek bigef li dijî nijad, kok û rengên mirovan belav kir.

Ew vê nêzîkî neteweperistî yan nazîsma salên 30an û 40an dibîne. Martinsson dibêje wan nîşana naziyan Tyrrunna li kincên xwe xistibû û kincên wan yên wekhev tameke leşkerî dabû wan.

Gelek ji beşdarên wê xwepîşandanê wêneyên çend kesayetiyên navdar yên Swêdê bilind kiribûn û li ser nivîsandibûn tawankar. Û li gor dozgerî wan herweha di axiftinên xwe de jî yên wan li wê derê kiribûn ew kesayetî bi xaîn bi nav kiribûn.