Nadia Murad kandîdeke bihêz ya xelata Nobel ya aştiyê ye

1:15 min

Îro seat 11:00 wergirê xelata Nobel ya aştiyê ya sala 2018yê li Osloyê, paytexta Norwecê tê diyar kirin. Keça êzidî ya ji Şengalê Nadia Murad jî yek ji kandîdên berbiçav yên vê xelatê ye.

Nadia Murad di êrişa Daişê de bo ser Şengalê di sala 2014yê de hate girtin û bi mehan di destên daişiyan de wek kole û cariye hat bi kar anîn û tadeya cinsî lê hat kirin.

Ew karî ji destê Daişê bireve û bi alîkariya projeyeke elmanî û ji bo lênêrîn û penaberiyê xwe bigehîne Elmanya. Wê her ji hatina xwe hewil da dengê êş û azarên êzidiyan, jin û zarokên wan û fermana li ser destên daişiyan bi serê wan hatibû bigehîne raya fermî û gişt ya navdewletî û hemî cîhanê.

Ew ji sala 2016yê û hirve sefîra niyetpakiyê ya rêxistina Neteweyên Yekgirtî ye û çalakvana mafên mirov û jinan e.