
Nadia Murad û Dennis Mukwege wergirên xelata Nobel ya aştiyê ne
Komîteya xelata Nobelê ya aştiyê li Oslo îro seat yazde keça êzidî Nadia Murad û Dennis Mukwege yê kongolî wek wergirên xelata Nobel ya aştiyê ya 2018yê ragihandin.
Komîteya Nobelê ya nerwecî sedema xelatkirina wan jî vegerand bo xebata wan ya li hember şîdeta cinsî.
Nadiya Murad ya 25 salî li gundê Koço li Şengalê ji dayik bûye û ew li wê derê mezin bûye. Daişê sala 2014yê gundê wan dorpêç kir û bi sedan xelkê gundî kuştin û di nav kuştiyan de şeş birayên Nadiayê jî hebûn. Daişiyan jin û keçên gundî girtin û ew wek kole bikaranîn û rojane tecawzi dikir ser wan û Nadia jî di nav wan de bû û rastî tadeyên daişiyan bû.
Piştî çend mehan Nadia Murad ji nav lepên wan reviya û xwe gihande Elmanya û bû sefîra niyetpakiyê ya Netweyên Yekgirtî. Ew ji hîngê û heta roja me ya îro vekirî behsa serhatiya xwe û karesatên bi serê êzidiyan hatine dike û ji bo alîkariya êzidiyan di hewleke berdewam de ye.
Dennis Mukwege sala 1955ê li rojavayê Kongo Kinşasa ji dayik bûye û doktorê nexweşiyên jinan e. Wî jiyana xwe ji bo piştgirî û alîkariya wan jinên rastî tade û tecwazinên cinsî bûne terxan kiriye.
Dennis sala 1999ê li Kînya nexweşxaneyek ji bo îlaca wan keçan yên ku di şeran de destdirêjiyên cinsî bo ser wan tên kirin damezrand.
Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström dibêje ew herdu xelatgiran ji nêzîk ve nas dike. Ew kesên herî layiqî vê xelatê ne û dibêje:
”Nadia Murad yek ji insanên herî dilêş ên ser ruyê erdê ye. Ez bi hêvî me ku ev xelat piçek jî be wê rûgeş bike. Û ez hêvîdar im ew bi berdewamî ferman û hovîtiya dîtî bigihîne raya giştî.