Annie Lööf: Em û S li hev nehatin.

1:16 min

Îro seroka Partiya Navendê (Centerpartiet) Annie Lööf da zanîn ku ew ê ji bo avakirina hikûmetê hevkariyê bi Sosyaldemokratan re nekin.

Di van rojên derbasbûyî de gelek hevdîtin di navbera partiyan de hatine kirin û vê heftiyê ew ê biryarên xwe eşkere bikin. Diyar bikin bê wê çi bikin.

Û partiyeke ku îro zû helwesta xwe diyar kir Partiya Navendê, Centerpartiet bû.

Seroka Partiya Navendê, Annie Lööf got ew ê nikaribin bi Sosyaldemokratan re hevkariyê bikin.

Piştî vê daxuyaniya Lööf serokê parlemanê ji bo danûstandinên ne resmî bang li serokên partiyan kir.

Thomas Ramberg, şîrovegerê siyasî yê Radyoya Swêdê dibêje diyar e ku parleman wê ji bo avakirina hikûmetê wezîfeyê nede Stefan Löfven.

Gereke roja çarşemê dengdana ji bo budceya 2019ê were kirin. Lê eger Löfven hin sebebên maqûl bide pêş dibe ku dengdan were paşxistin.