
Îstifaya Jan Björklund di demeke dijwar de hat
Duh serokê Lîberalan Jan Björklund da zanîn ku ew êdî xwe di ber serokatiya Lîberalan re nake, yanî herî dereng di payizê de Lîberal divê serokekî nû hilbijêrin. Û ev daxuyaniya Björklund di demeke dijwar de hat.
Jan Björklund ku ev 12 sal in serokatiya Lîberalan dike di demeke dijwar de ragihand ku ew xwe di bers serokatiyê re nake. Lîberalên ku beşek ji hevbendiya burjûva (alliansen) bûn di avakirina hikûmeta dawî de rê li ber rikberên xwe Sosyaldemokratan vekirin.
Li pêşiya Liberalan kêm-zêde du rê hebûn; An bi piştgiriya Demokratên Swêdê digel Moderatan hikûmetê ava bikin an jî wek niha rê li ber Sosyaldemokratan vekin. Jan Björklund bi xwe bi tundî li dijî hikûmeteke muhtacê Demokratên Swêdê derdiket, digot Liberal û xeta dijbiyanî ji hev dûr in.
Herçend piraniya partiyê ji bo vê meylê dengê xwe dan jî çendîn siyasetvan eşkere li dijî vê xetê bûn.
Yanî ji aliyê fikrî ve mirov dikare di nav Liberalan de behsa dubendiyeke navxweyî bike.
Îcar gelo bi îstifaya Björklund re tesîr dikare li hikûmeta niha jî bibe?
Nexêr, ev ne biryareke yekşexsî bû. gava wî îstaifa kir jî peymana çile ya bi Sosyaldemokratan re wê dewam bike.
Lê halê hazir ev dubendî yan jî parçeyiya navxweyî û desteka ji bo hikûmeta niha tesîra xwe dide piştgiriya ji bo partiyê jî. Li gor lêkolînên dawî ên raya giştî desteke ji bo partiyê niha daketiye ji %2.7.
Jan Björklund di wê baweriyê de ye ku ev tiştekî demkî ye û sebeba vê xumamiya siyasî ku niha derketiye holê ye.
Bes bi giştî jî rayên Lîberalan ne bilind in. Di hilbijartina dawî de %5.5 stand û di heyama serokatiya Jan Björklund de wiha kêm standiye.
Jan Björklund vêya bi konjuktura cîhanê ve girê dide.
Di van salên dawî de li tevahiya welatên rojavayî partiyên rastgir ên nijadperest pêş dikevin. Ev tesîra xwe dide Swêd jî.
Bi daxuyaniya Jan Björklund ku êdî ew xwe di ber serokatiyê re nake re yekser spekulasyonên bê wê kî bikeve şûna wî dest pê kirin.
Tu şûngirên zelal nînin. Lê herî zêdê navên siyasetmedarên jin ên weki Cecilia Malmström û Nyamko Sabuni derdikevine pêş.
Pêşniyaza namzetên serokatiyê dibe wezîfeya lijneya rawêjkar (valberedningen) û serokê lijneyê Olle Schmidt jî balê dikişîne ser wextê hesas ku partî tê re derbas dibe.