Ma çi pêwistî bi hebûna partiya Lîberal heye?

4:40 min

Xetera ku partiya Lîberalan parçe bibe, êdî nekeve parlemanê û heta weke partî   hebûna wê bikeve xeterê de heye. Vê şîroveya reşbîn qunciknivîsê lîberal Bawar Kim Îsamîl dike.

Ji bo lîberalan îro zehmet e xelkê qanî bikin bê çi pêwistî bi hebûna Partiya Lîberal heye.

Belê ev gotinên qunciknivîsê Gefle Dagblad Bawar Îsmaîl in ku ew bi xwe lîberal e û partiya Lîberalan ji nêzîk ve dişopîne. 

Berya du rojan Jan Björklund da zanîn ku ew ê di payizê de dev ji serokatiya Partiya Lîberal berde û duh di hepveyvînekê de wî diyar kir ku bi çûna wî re xeta siyasî ya partiyê wê neyê guhertin. 

Bawar Ismaîl dibêje rast e bi hilbijartina serokek nû de nepêwist e aloziyek derkeve yan jî siyaseta partiyê were guhertin. Li gor Îsamîl pirsgirêka partiyê ji vê gelekî meztir e. Partî di nava xwe de ne zelal e bê ew ê siyaseteke lîberal a çawa bimeşîne. Bawar Ismail di nav Lîberalan de behsa du xetên siyasî yên sereke dike.

Yek jê bê gelo gereke mirov giraniya xwe bide pirsên sosyallîberal ên wekî hevtamûlkirin, siyaseta insanî ya koçberiyê, femînîzmê û hwd.

Û xeta duyem ew e bê partî di meseleya siyaseta tawanbarî, terorîzm koçberan de hişktir bibe, ango bêhtir ber bi rastê ve biçe. 

Û Îsmaîl dibêje Jan Björklund bi xwe di nava van 12 salên serokatiyê de xeta xwe ya siyasî guhertiye.  

Di salên destpêkê de hewldanên Björklund hebûn ku partiyê ber bi rastê ve bibe. Wî giranî dida pirsên parastin, entegrasyon, kêmkirina bac û zekayê.
Lê berya du salan ji nişkê ve Björklund dest pê kir pirsên sosyallîberal dane pêş. Helwesta wî ya li hemberî Demokratên Swêdê hişktir bûye, bêhtir behsa hevqebûlkirin û tamûlê dike.
Yanî di destpêkê de wî partî bêhtir nêzîkî rastê dikir û niha ber bi çepê ve biriye.
Û ev nakokiya navxweyî ku li gor Bawer Ismaîl berya Björklund dest pê kiriye, di dema wî de nehatiye zelal kirin wê barekî giran be ji bo serokê nû re jî.

Ji ber ku eger îro gava mirov nêzîkî xeta yekê ye, yanî ya sosyallîberal e, ê wê demê partiyên mîna Partiya Navendê û Partiya Jîngehê hene.

Û di xeta siyasî ya duyem de Demokratên Xiristiyan û Moderat hene. Yanî dengdêr pêwistiyeke zelal bi hebûna Lîberalan nabînin. 

Di lêkolînên dawî yên raya giştî de jî wêneyekî tarî ji bo Lîberalan xuya dike. Piştgiriya ji partiyê re derdorê 2-3 xuya dike. 

Gotûbêjên li ser bê wê kî bibe serokê partiyê dest pê kirine û Bawar Îsmaîl dibêje şensê ku Myamko Sabûnî were hilbijartin mezin e. Lê ew dibêje kî weke serok were hilbijartin jî ev nakokiya navxweyî wê dewam bike û wê zehmet be karibe van herdu bendên navxweyî li hev bîne.   

Li ser pirsa bê gelo ev dikare rê li ber parçebûna Lîberalan veke, Bawar Îsmaîl dibêje:

Erê eger çareseriyek neyê peydakirin bi min partî dikare derveyî parlemanê bimîne û parçe bibe û dengdêran qanî bike ku pêwistî bi hebûna wê heye.