
Carl Schlyter partiyeke nû ya jîngehê ava dike
Çend giregirên ku ji Partiya Jîngehê îstifa kiribûn partiyeke nû bi navê Vändpunkten (Lixweveger) ava kirin. Serkêşê partiyê Carl Schlyter e.
Bi min pêwistî bi partiyekê heye ku hedefa wê guhertina siyasetê be, ne ku di pey birêvebirinê de be. Loma pêwistî bi lêvegerekê heye.
Carl Schylyter 25 salan di nav partiya Jîngehê de siyaset kir. Berya heyvekê, wextê Partiya Jîngehê digel Sosyaldemokratan, Partiya Navendê û Lîberalan peyman îmza kir Schlyter weke nerazîbûn ji Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) îstifa kir. Û vê sibê wî digel hin siyasetvanên din partiya nû eşkere kir. Wan navê partiyê kirine Vändpunkten, ku mirov dikare bi kurdî jê re bêje ”lixweveger”. Hedef ew e ku partiya nû di gulanê de bikeve hilbijartina parlamena Yekîtiya Ewrûpa de.
Hêj nûçeyên partiya nû eşkere nebûnî, şevê din Vahap Kizil ji vê partiya nû re di twitterê de li endaman digeriya.
Vahap Kizil ku berê li herêma Dalarna endamekî Partiya Jîngehê bû dibêje partiya wî ya kevin ji bo ku bikaribe di hikûmetê de cî bigre ji bername û koka xwe dûr ketibû û loma ew niha alîkariyê dide vê bizava nû.
Kesekî din ku salên demdirêj di nav Partiya Jîngehê de siyaset kir, lê piştre îstifa kir Rêbwar Hesen e. Li gor wî jî partî ji cewherê xwe yê destpêkê dûr ketiye û ev hewldaneke li xwe vegerê ye.
Vahap Kizil dibêje hêviya wî ew e ku ev bizava nû bi taybetî partiya wî ya berê mecbûr bike ku xwe biguherîne vegere ser koka xwe. Li gor Rêbwar Hesen jî tesîreke vê partiya nû ya berbiçav dikare di hilbijartina parlamena Ewrûpa de xuya bike û hem dengên Partiya Jîngehê hem jî Partiya Çep ji wê re biçin.