
Swêd civîna derbarê dadgeha ji bo terorîstên Daiș amade dike
Swêd wê civîneke navneteweyî amade bike derbarê saz kirina dadgeheke taybetî ji bo terorîstên gumanjêkirî yên daiș yên li Sûriyê û Îraqê șer kirine.
Ta nuha sê welat qebûl kirine tevlî vê civînê bibin, Holanda, Fransa û Britaniya, ya di sêyê meha șeșan de plankirî ye ku li dar bikeve.
Ev civîn û armanca wê ciyê dilxweșiyê ye ji bo rêxistina Yazda li Swêdê. Diar Haciy ji Yazda dibêje ta nuha kesek ji teroristên Daiș nehatiye dadgeh kirin û hêviya wan ji vê dadgehê mezin e.
Lê kengî ev dadgeha taybetî tê saz kirin hîna ne diyar li gor wezîrê pirsên hundirîn yê Swêdê Mikael Damberg.
-Ev pirsa herî mezin e. Tevlîhev e û ta nuha me bala xwe dayê ku gelek welat vekirî û erênî ne ji bo gotûbêjkirina vê pirsê.
Pirseke din ya giring girêdayî vê mijarê ciyê dadgehkirinê bi xwe ye. Li gor baweriya Mikael Damberg saz kirina dadgehekê di herêma rojhilata navîn de, ango ew herêma Daiș zerer lê kiriye, wê bike ku bêhtir kes bêne dadgeh kirin.
-Dadgeh kirin di herêmê bi xwe de wê derfeta peydakirina isbatan û komkirina îfadeyên șahidiyê hêsantir bike û bi vî awayî bêhtir tawankar karin bêne hukim kirin.
Jan Kleffner professor e di warê qanûna mafê gelan de li zanîngeha bilind ya bergiriyê. Li gor wî pêvajoya vê dadgehkirinê wê zehmet be eger bi awayekî navneteweyî nebe, ango ku gelek welat hevkar bin. Bi taybetî welatê ku tê de ev tawan hatine kirin wekî Sûriyê.
Lê ya di hale hazir de gelekî giring e komkirina isbat û agahiyan e:
-Berhevkirina isbatan bi awayekî sîstematîk ya herî giring e nuha. Ev wê karê qonaxên bê hêsantir bike. Ji ber nuha dadgehkirina terorîstên Daiș bi zehmet e.
Derbarê berhevkirina agahî û isbatan, ji aliyê Dozger û polîsê swêdî ji êzîdiyan û herkesê karibin alîkar bin dixwazin ku isbatan û îfadeyên șahidiyê bidin. Dezgehên swêdî herweha di vê pirsê li gel welatên din yên ewrûpayî hevkar e.
Rêxistina Yazda li Swêdê ev saleke wekî pirekê ye di navbera dezgehên swêdî û êzdiyên Swêdê de ji bo berhevkirina isbatên hermber terorîstên Daiș.
Ji bo agahiyên bêhtir guhdariya temamê raporê bikin!