Diar Haciy, Yazda:

”Swêd newêre alîkariya êzîdiyan bike”

4:40 min

Çima Swêd ta nuha ya bi serê êzîdiyan de hatiye wekî komkujî ango cenosayd nepejirandiye û alîkariyeke yekser pêșkêșî êzîdiyan nekiriye? Ev rexneyên rêxistina êzîdî ya Yazda li Swêdê ye.

Diar Haciy (Diyar Hacî) ji rêxistina Yazda dibêje Swêd ji bo xatirê êzîdiyan naxwaze têkeve nav nakokiyan di rojhilata navîn de.

Di 2014 de, piștî komkujiya bi serê êzdiyan de hat rêxistina Yazda li Amerîkayê hate damezirandin û dema xelatgira Nobelê ya aștiyê, Nadia Murad, li gel rêxistina Yazda di 2016 de hate seredana Swêdê beșê rêxistinê her li Swêdê jî ava kirin. Yazda li Swêdê dixwaze alîkariya êzîdiyan bike û bibe dengê wan li Swêd.

Ji bo agahiyên bêhtir guhdariya raporê bikin!