“Şingal tim li bîra me ye!”

6:03 min

Îro salvegera êrîşa ser Şingalê, ango salvegera fermana dawiyê ye. Û tesîra vê roja reş li kudera dinyayê be li cem her êzidiyekî tê ditin.

Serdil, xortekî êzidî yê li Helsingborg e. Bi bihîstina êrîşa ser Şingalê re, roja din ew diçe cem deqkerekî û tarîxa fermanê, ango 3ê tebaxa 2014ê li ser çengê xwe dikole.

Belê, pênc salan berya niha weke îro rêxistina bi navê Dewleta Islamî, Daişê êrîşî warê êzidiyan Şingalê kir.

Êrîşa Daişê ya ser Şingalê êzidî weke fermana 74ê bi nav dikin. Di vê roja reş de bi hezaran kes hatine kuştin, keç û jinên êzidî ji aliyê Daişê ve hatine revandin.

Fermanên berê herçend bi devkî derbasî nifşên nû dibûn jî şahidên van fermanan ên mayî kêm bûn û lewra ji guhdaran re dikarîbû weke çîrok were. Lê heçî fermana dawî ya tebaxa 2014ê ye ew birîneke nû ye, bi hemû hovîtî û barbariya xweli pêş çavê hemû dinyayê rû da.

Di hin şeran de êrîşkar tê, tişta dikeve ber dikuje, xerab dike û diçe. Lê Şingal ji vêya pir cuda ye, ji ber ku Daişê bi hezaran zarok û jinên êzidî revandin, hin ji van zarokan ji bo êrîşên întixarî bi kar anîn û keç û jin di bazaran de weke koleyên cinsî firotine hev. Û digel rizgarkirina Şingalê û têkbirina Daişê ji aliyê eskerî ve hêjî bi sedan ji van zarok û jinan nehatine ditin.

Loma jî di van salên dawî de her gava ku mirov di rojeke cejn an şahiyê de li hal û rewşa kurdên êzidî dipirse ew tim behsa birîna xedar, birîna ku hêj kul e a Şingalê dikin. Ew bûye bîrananînek ku siha wê ya reş li ser hemû dawet, îd, cejn û şahiyên êzidî diyar e. Her gava ew behsa pîrozbahiyekê, kêfxweşiyekê dikin hetmen Şingal tê bibîranîn.

Di şahiyekê de gava me pirsa pîrozbahiyê ji Tariq Reşo Sîto û Hadî Pîso dikir wan berya her tiştî gotin dibirine ser birîna kûr a Şingalê.

Li ser tesîra Şengalê ya li ser pîrozbahiyan Fewzî Eydo jî dibêje, erê em folklora xwe ji bîr nakin, lê Şingal jî tim li bîra me ye.


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se