Swêd bangî sefîrê Tirkî kir

1:35 min

Wezareta Derve ya Swêdê bangî sefîrê Tirkî yê li Stockholmê kiriye û li hember hewldanên eskerî yên Tirkiyê nerazîbûna xwe diyar kiriye.

Belê ajansa nûçeyan TT radigihîne ku li hemberî hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina bakurê Sûriyê, Wezareta Derve bang li sefîrê Tirkî yê li Swêdê Hakki Emre Yunt kiriye, derheqê pilanên Tirkiyê de agahî xwestine û nerazîbûna xwe nîşan daye.

Roja duşemê nûçe belav bû ku Trump gotiye ew ê pêşiya mudaxeleyeke eskerî ya Tirkî negrin. Ji hingî ve wezîra derve ya Swêdê Ann Linde, bi kanalên cuda çendîn daxuyanî dane. Herî dawî duh êvarê di pelê xwe yê Facebookê de Linde mudaxeleya Tirkî weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir.

Di rapora xwe ya duh de me behs kiribû ku Partiya Çep û Lîberal daxuyaniyên hişk li hemberî mudaxeleya Tirkî dane û ji hikûmeta Swêd dixwzin ew ji bo astengkirina dagirkeriyê hewldanên xwe xurttir bike.

Vê sibê herwiha li ser navê Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) Janine Alm Ericson daxuyaniyek weşandiye. Ericson dixwaze raya giştî ya cîhanê destekê bide kurdan, berya ku dereng be pilanên Tirkî asteng bike û Neteweyên Yekbûyî pirsê bigre dest.