OSSE

Swêd dibe namzedê serokatiya OSSE

2:46 min

Swêd dixwaze di sala 2021ê de serokatiya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewrûpa, OSSE bike. Vê yekê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde eşkere dike.

Halê hazir serokatiya OSSE Slovakiya dike, piştre serokatî dewrî Arnavût dibe. Yanî berendamiya Swêd ji bo sala 2021ê ye.

Bingehê Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewrûpa, OSSE di sala 1975ê de hate ava kirin û navenda wê niha li Viyana ye. Hema hema tevahiya dewletên Ewrûpa endamên wê ne. Lê ji xeyrî Ewrûpa jî, dewletên weke Amerîka, Rûsya û Tirkî jî di nav de bi giştî 57 dewlet endamên vê rêxistina navneteweyî ne. Erkên rêxistinê ew in ku pêşiya şer û pevçûnan bigre û aloziyên derdikevin bişopîne da pêbaweriya ewleyî û eskerî xurttir bibe.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde dibêje pirsên ku Swêd weke dewlet giringiyê didiyê pirsên demokrasî, mafê mirovan û wekheviyê ne û ji bo ku Swêd bikaribe pirsên xwe bîne rojevê ev pilatformeke girîng e. Û gava pirs tê ser wezîfeya sereke, ewleyiyê Linde balê dikişîne ser siyaseta Rûsya ya van salên dawî:

– Êrîşa Rûsya ya li hemberî Gurcistan û Ukrayna nîşan da ku hin hêz amade ne ji bo guhertina sînorên Ewrûpa şidetê bikarbînin. OSSE forumeke sereke ye ku endam pabendên şertên wê ne, da ew li gor prensîbên wê tev bigerin. Serokatiya OSSE îmkanê dide hikûmeta Swêdê ku di pilatformeke wiha girîng de bikaribe cî bide pirsên ji bo Swêd girîng.

Swêd berya niha dewrekê, di 1993ê de serokatiya rêxistinê kiriye. Biryara bê ev wezîfe careke din wê dewrî Swêdê were kirin an na heftiya bê wê diyar bibe.

Ann Linde dibêje daxwaza ku Swêd serî li serokatiyê bide ji aliyê Silovakya bi xwe ve hatiye, ji ber ku hin dewletên endam xwestine Swêd vê rolê bigre ser xwe û loma li gor wê şensê ku serokatiya Swêdê were qebûl kirin mezin e.

Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se