Endamê Demokratên Swêdê

Peter Lundgren ji ber zêdegaviya cinsî tê dadgeh kirin

1:15 min

Daîreya giştî ya dozgeriyê doza parlamantarê Yekîtiya Ewropayê û endamê Partiya Demokratên Swêdê Peter Lundgrenî da dadgehê. Lundgren bi tawana zivêrkirin û bêzarkirina cinsî yan zivêrkirinê tê sûcdar kirin.

Kiryara Peter Lundgrenî ya ku wî dibe dadgehê di adara sala 2018-ê li odeya otêlekê li devera Nackayê ya Stockholmê qewimîbû. Di doznameyê tê behs kirin ku Lundgrenî hevaleka xwe ya ji eynî partiyê bê heza wê daniye ser çoka xwe û destên xwe di jêr cilên wê re gihandine memikên wê û girtine. Li gor doznameyê, wî her weha jinik di nav lingên xwe de asê kiriye û maçek jê xwastiye.

Bûyera hanê di dema hilbijartinên parlamana Yekîtiya Ewropayê de bihara îsal di medyayê de belav bû. Piştre Peter Lundgren, ku berbijêrê parlamanê bû, gotibû ku wî bêedebî kiribû û ji kiryara xwe poşman bû.

Peter Lundgren spêdeya îro ji radyoya P4 ya Jönköpingê re got ku haya wî ji biryara mihakemekirina wî nîne û ew ne hatiye agahdar kirin.