Ciwan ji derdê kêmxewiyê îlacê dixwazin

2:56 min

Hejmara xort û ciwanan yên ku ji ber têkçûna xewê îlacê distînin zêde bûye. Li 16 ji 21 parêzgehên Swêdê, hejmara teşxîsên ku bi kêmxewiyê ve eleqedar in di van pênc salên dawiyê de zêde bûne.

Jennie Wiklander ya 35-salî gelek salan xewçirikî bû. Wê ji hevkara me Sofia Hudén re behs kir ku ew bi şevê nêzîkî 24 caran ji xewê hişyar dibû.

Ji bo agahiyên bêtir, li hevpeyivîna me digel doktorê giştî Xurşîd Îbrahîmî guhdarî bike!

Hejmara teşxîsên ku bi kêmxewbûnê ve eleqedar in di navbera salên 2014 û 2018-ê de ew qas zêde bûye.
Ev amar yên wan kesan in yên ku 0-40 salî ne û serdana klînîkên fermî yên parêzgehan kirine.

Parêzgeh û nisbeta zêdebûnê:

Dalarna 43%
Gotland 63%
Jönköping 31%
Kalmar 23%
Kronoberg 41%
Norrbotten 67%
Skåne 82%
Stockholm 25%
Södermanland 28%
Värmland 48%
Västerbotten 20%
Västernorrland 36%
Västmanland 205%
Västra Götaland 80%
Örebro 55%
Östergötland 14%

Van parêzgehan bersiv nedaye yan amarên wan bi kêrî hemberkirinê nehatine: Blekinge, Gävleborg, Halland, Jämtland û Uppsala

Ev agahdarî yên P3 ne.