Pêvajoya dadgehkirinê ya doza kuștinên li Sätrayê dest pê dike

2:39 min

Îro pêvajoya dadgehkirinê ya doza kuștina du kesan li Sätra li bașûrê Stockholmê dest pê dike.

Di vê bûyerê de du zilam di jêrzemîn, ango qeboyekê, di avahiyeke apartêmanan de hatine gulebaran kirin.

Ev tawan di 10 meha çaran, nîsana vê salê de rû da. Herdu qurbanên vê tawanê 18 û 21 salî bûn, û piștî rojekê di jêrzemînê de hatin peyda kirin.

Li gor polîs, ew bi çendîn guleyan hatibûn kuștin, tazî û rîz û rûniștî bûn.

Ji bo agahiyên bêhtir guhdariya raporê bike!