"Derdê êzîdiyên li Swêdê mexdûrên li welêt in"

4:33 min

Dawiya heftiyê Mala Êzidiyan a li Helsingborg civîna xwe ya salanê pêk anî. Serokê nû Fewzî Îdo dibêje ew ê giraniyê bidine alîkarîdayina êzîdiyên li welêt.

Di hevpeyvîna bi Radyoya Swêdê re Îdo herwiha dibeêje ji bo êzîdiyên li Helsingborg jî Mala Êzidiyan wê hewl bide dest bi perwerdeya folklorî li ser adet û dînê êzidî bike.

Ji bo hevpeyvîna bi serokê nû yê Mala Êzidiyan Fewzî Îdo re li rapora dengî guhdarî bike!