
”Dêûbavên me nediwêran behsa serpêhatiyên xwe bikin!”
Îro 24ê nîsanê roja bîranîna qirkirina Ermeniyan e. Mamosteya zimanê kurdî Meyro Bakircioglu neviyeke jibermayiyên fermanê ye. Di vê hevpeyvînê de ew behsa serpêhatiya pêşiyên xwe dike û behs dike bê bapîrê wê çawa rizgar bûye.
Qirkirina ku Împaratoriya Osmanî di 1915ê de li hemberî xeyrî-muslimên di nav sînorê xwe de dabû dest pê kirin û têde 1-2 milyon bi taybetî ermenî lê herwiha rûm, asûrî, suryanî, keldanî û kurdên êzidî hatibûne kuştin. Qirkirineke ku heta îro jî hêj ji aliyê dewleta Tirkî ve nehatiye qebûl kirin.
Meyro Bakircioglu ku gelek pêşiyên wê di qirkirinê de hatibûne kuştin behs dike bê ew çawa bi ermenîtiya xwe hesiyaye û bê çima ew hîs dikin ku qirkirin hîna berdewam e.