Swêd - Tirkî

Linde: Em qebûl nakin Tirkî parlamenterên me hedef nîşan bide.

8:46 min

Derheqê nûçeyên medyaya Tirkî yên li ser çar parlamenterên Swêdê, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde bersiveke nivîskî belav kiriye û dibêje Swêd hedefnîşandana Tirkî ya parlamenterên swêdî qebûl nake û derbarê vêya de ew bi sefîrê Tirkiyê yê li Swêdê re axiviye.

Tê ragihandin ku duh jî serokê desteya siyaseta derve ya parlamena Swêdê hevdîtin bi sefîrê Tirkî yê Swêdê re li dar xistiye û nerazîbûna xwe aniyê zimên.

Parlamenterê Sosyaldemokrat Anders Österberg ku bi pirsiyarnameyekê ji hikûmeta Swêdê dixwest ew nerazîbûna xwe li hemberî Tirkî diyar bike dibêje bersiva Linde bi dilê wî ye:

– Bi min Wezîra Derve bersiveke baş daye pirsa min. Ew behsa cidiyeta hewldanên Tirkî yên bi mexsed dike. Wê piştgirî daye parlamenterên weke hedef hatine nîşandan û pir girînge jî ku bi sefîrê Tirkiyê re hevdîtin pêk aniye.

Österberg herwiha radigihîne ku duh, ango 4ê hezîranê serokê desteya siyaseta derve yê parlemanê jî li ser heman babetê bi sefîrê Tirkî re hevdîtin pêk aniye.

Di nîvê gulanê de gelek rojnameyên Tirkî yên nêzîkî rejimê nivîsek bi sernavê ”Pêşniyaza bêşerm a parlamenterên li Swêdê ku bi eslê xwe tirk in” belav kiribûn.

Di nivîsa ku bêyî navê rojnamevan hatibû weşandin de çar parlamenterên Sosyaldemokrat ku welatiyên Tirkiyê ne weke cudaxwaz û alîgirên terorê dihatine destnîşan kirin. Sebeba sûcdarkirinê ew bû ku wan pêşniyaznameyek îmza kiribûn û dabûne parlemanê. Di pêşniyaznameyê de daxwaz dihate kirin ku Swêd piştgiriyê bide gelê kurd ku bi xwe qedera xwe tayin bike.

Pêşniyaznameyeke bi heman rengî hersal radestî parlemana Swêdê tê kirin. Û eva ku niha, di gulanê de medyaya Tirkî ewqas ser sekinî par meha deh, cotmehê hatibû nivîsandin. Yanî Tirkî heft mehan piştî nivîsandina pêşniyaznameya ji bo mafê kurdan, ji nû bi sernivîsên mezin behsa wê kir, nav û resimê parlamenterên welatiyên Tirkiyê da.

Pêşniyazname bi giştî ji aliyê 13 parlamenteran ve hatiye îmza kirin. Lê yên ku Tirkî navê wan daye ev çar parlamenterên Sosyaldemokrat in; Roza Guclu Hedin, Sultan Kayhan, Kadir Kasirga û Serkan Köse.

Wezîra Derve Ann Linde di bersiva xwe de nivîsiye ku ew bi her çar parlamenteran re şitexiliye. Serkan Köse, ku yek ji parlamenterên navê wî hatiye dayine dibêje rast e Wezîra Derve li wan geriyaye û ragihandiye ku hikûmet destekê dide wan û pêşniyaznameya wan weke siyaseteke Sosyaldemokrat dibîne.

Bi belavbûna nûçeyên Tirkiyê re hem rêxistinên sereke yên kurdên Swêdê bi daxuyaniyên cuda weşanên Tirkiyê şermezar kirin, hem jî medyaya swêdî nivîsên rexnegir weşandin. Serkan Köse dibêje vê piştgiriyê moraleke mezin daye wan.

Em vegerine ser bersiva Linde ku li ser van weşanên Tirkiyê daye. Di nameya xwe de Linde wiha nivîsiye:

"Em qebûl nakin ku parlamenterên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin weke hedef werine nîşandan. Ez fêm dikim ku gotarên li Tirkî li ser parlamenterên swêdî hatine weşandin dibine sebeba fikar û hêrsê. Ez li vê yekê gelekî bi cidî dinêrim. Ev ne cara pêşî ye tiştên wiha dibin û ji ber ku kesên li Swêdê weke hedef têne nîşandan me ji Tirkî re fikarên xwe ragihandine. Sefîrê me yê li Ankara jî rewşê û nûçeyên di medya Tirkî de ji nêzîk ve dişopîne".

Di nivîsa Linde de ne bi rengekî rasterast jî be ew balê dikişîne ser nûçeyên neyênî ku Tirkî di heqê Swêd de belav dike. Weke mînak berya niha jî di rapora saziyeke nêzîkî hikûmeta Tirkiyê de Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hultqvist û serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt weke alîgirên terorê hatibûne nîşandan. Vê dema dawiyê jî di meseleya korona de ragihandina Tirkî gelek nûçeyên negatîv li ser Swêdê belav dike.

Bi raya Anders Österberg sebeba van kiryarên Tirkî siyaseta Swêd a zelal e:
– Wek nimûne Swêd bi dengekî bilind li hemberî dagirkirina Tirkî ya Efrînê derket. Di meseleyên rewşa demokrasî û mafê mirovan de jî Swêd xwedî helwesteke eşkere ye. Û niha wextê partiyên Sosyaldemokrat HDP û CHP pêş dikevin Erdogan û AKP ditirsin û helwesta xwe li hemberî Swêdê nîşan didin.

Ann Linde jî di dawiya nivîsa xwe de balê dikişîne ser vê siyaseta Swêdê û dibêje ew rewşa mafê mirovan, demokrasî û prensîbên dewleta hiqûqî li Tirkiyê ji nêzîk ve dişopînin. Qebûl nakin ku siyasetvanên muxalif têne girtin an jî ji wezîfeyê têne danîn û daxwaza azadkirina hevsorên HDPê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş dikin.

Linde herwiha dinivîse ku di Yekîtiya Ewrûpa û qada navneteweyî de jî ew ê bi berdewamî binpêkirinên Tirkî yên li hemberî mafê mirovan bînin rojevê.

Serkan Köse dide zanîn ku piştî raporên di ragihandina Tirkî de hatine weşandin wan hin tedbîrên ewleyî girtine, lê dibêje tu hewldan wê nebin sebeb ku ew gavan paş de bavêjin.