Siyaset.

Desteka ji bo Sosyaldemokratan zêde bûye

2:52 min
  • Desteka ji bo Sosyaldemokratan li gor beriya şeş mehan ji %8.7 zêde bûye û Demokratên Swêdê ji %5.6 kêm bûye. Ev encama lêkolîna CSB ye ku îro eşkere kir.

  • "Berya serê salê gotûbêja Swêdê tawanbarî û koçberî bû. Piştî derketina korona mijar bû tenduristî û aborî. Sosyaldemokrat niha gelekî xuya dikin."

  • Ji partiyên niha di parlemanê de partiya herî kêm destek ji bo wê xuya dike Liberal in. Piştgiriya ji bo Liberalan %3.3 e.

Encamên lêkolîna SCB:

Sosyaldemokrat (S): 33,7 (+8,7)
Moderat (M): 20,1 (+1,7)
Demokratên Swêdê (SD): 17,1 (-5,6)
Partiya Çep (V): 8,2 (-0,4)
Demokratên Xiristiyan (KD): 6,4 (-0,4)
Partiya Navendê (C): 6,0 (-1,4) 
Partiya Jîngehê (Mp): 4,1 (-1,1)
Liberal (L): 3,3 (-0,5)
Partiyên din: 1,1 (-0,9)