
Wêne: Björn Larsson Ask/TT
Serpêhatiyên kurdan piştî kuştina Palme
”Gava behsa Palme tê kirin serpêhatiyên nexweş têne bîra min”
Di çend raporên berya niha de me behs kiribû ku piştî kuştina Palme, PKK weke gumanbar hate destnîşankirin û gelek kurd rastî serpêhatiyên nexweş hatin.
Şahidên wî wextî dibêjin bi demê re wisa bû ku li her kurdekî mîna gunehbar hate meyizandin û tesîreke vê ya mezin, heta demeke dirêj li ser civakê domand.
Ronak a ji bajarê Helebcê ku pênc salan piştî kuştina Palme hatibû Swêdê ji me re behsa serpêhatiya xwe dike.