Partiya Navendê sinordarkirina hejmara penaxwazan qebûl nake

2:15 min
  • Serokê Partiya Navendê yê demkî Anders W Jonssonî îro got ku partiyê wî qebûl nake ku Swêd hejmara penaxwazan sinordar bike.
  • Jonssonî got ku sinordarkirineka weha dijî mafê penaxwaziyê ye.
  • Sinordarkirina hejmara penaberan yên ku Swêd dikare deriyê xwe jê re veke niha pirseka germ û nakok e di nîqaşên partiyên parlemanê de yên li ser plankirina siyaseta koçê ya Swêdê.