Borlänge

Daxwazên êzidiyan hem ji Swêdê hem ji Kurdistanê hene!

4:27 min

Di ser fermana Şengalê re şeş sal derbas bûn. Di 3ê tebaxa 2014ê de Daişê êrîşî êzidiyên Şengalê kiribû, bi hezaran kes kuştibû û bi hezaran jin û zarok jî revandibû, ku gelek ji wan hê jî winda ne.

Di salvegera vê roja reş de yek ji wan ciyên ku fermana Şengalê lê hate bibîranîn bajarê Borlänge bû. Û hin daxwazên nûnerên êzidiyan hem ji Swêdê hem jî ji Kurdistanê hene.