Şengal

Konferanseke navdewletî li ser êzidiyan hate lidarxistin

3:10 min

Bi munasebeta 6. salvegera fermana Şengalê konferanseke berfireh a navneteweyî hate lidarxistin. Parlamenterê Sosyaldemokrat yê ji Helsingborg Ola Möller yek ji beşdarên konferansê bû û ew diyar dike bê kîjan daxwaz anîne rojevê.

Di konferansa ku di 2-3ê tebaxê de li ser platforên dîjîtal hate lidarxistin de digel serokkomarê Iraqê Berhem Salih gelek siyasetvan û lêkolerên navneteweyî beşdar bûn. Tenha kesê ku ji Swêdê tevlî komcivînê bû Ola Möller bû.

Möller hem parlementerê Swêdê ye û hem jî yek ji endamên civata Konseya Ewrûpa ye dibêje digel rewşa jinan, xurtkirina demokrasiyê û mafê êzidiyan di destûra Îraqê de wî herwiha bal kişandiye ser ku divê tekoşîneke baştir li hemberî bertîlxuriyê were meşandin û daişiyên gunehkar werine cezakirin.

Ji bo hevpeyvîna bi Ola Möller re li rapora dengî guhdarî bike!